Adar 06, 2023 18:34 Asia/Tehran
  • Hişyariya Biden derbarê zêdebûna tundrêtiyê li Amerîkayê

Serokkomarê Amerîkayê derbarê berfirehbûna tundrêtiyê li vî welatî hişyarî da.

 “Joe Biden”, Serokkomarê Amerîkayê bi amadebûna di meşa salane ya gelê bajarê Selma'yê li eyaleta Alabamayê di salvegera meşên dîrokî yên reşpostên Amerîkayê de, derbarê hewildanên bo lawazkirina Qanûna  Mafê Dengdayînê û êrişa ser demokrasiyê li Amerîkayê hişyarî da.

 Serokkomarê Amerîkayê bal kişand ser kiryara komeke ji komarîxwzaên naskirî yên Amerîkayê bo derxistina şik û gumanan di encamên hilbijartinên li vî welatî de got: “Divê em hişyar bimnin. Li Amerîkayê kîn û tundrêtî yê bi ser nekeve, ger çi êdî hizûra wan zêde û berbiçav bûye.”

 Tevgera Rastgir a tundrê li Amerîkayê di dehekên vê dawiyê de jî dest bi xirabkarî û şîdet û terorê kiriye, lê piştî bûyera 11ê Îlonê qaweta vê tevgerê li Amerîkayê zêdetir bûye.

 

Serepeyv