Rûsyayê ji ber serederîya nedurist a Konseya Biryarderan a IAEA’yê li dijî Îranê rexne kir
Balyoz û Wekîlê Dayîmî yê Rûsyayê li saziyên navneteweyî yên li Vîyenê ji ber serederîya nedurist a Konseya Biryarderan a Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê (IAEA) ya li dijî Îranê girt.rexne kir.
“Mîxaîl Ûlyanov” B berbanga îro (Yekşemî) careke din derxistina biryarnameya vê dawiyê ya Konseya Biryarderan a Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê (IAEA) li dijî Îranê şaşitiyeke neberpirsyarane bi nav kir û got, Cebirandina biryarnameya nedurist a Konseya Biryarderan li dijî Îranê ne karekî hêsan e.
Civîna yekê ya Konseya Biryarderan a Ajansê di sala 2023an da jî di halekî da biryar e roja Duşemiyê, 6ê Adarê were lidarxistin ku 4 meh beriya niha û di civîna buhurî da, Konseya Biryarderan a Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomê , biryarnameyeke rexnekerane li dijî Îranê derxist û ji Îranê xwest ku îdiayên hilêxistî ji hêla teknîkê va rave bike.
Vê dawiyê ajansa Bloomberg’ê ya Amerîkayê di raporekê da îdia kir, çavdêrên Ajansê di lêgerîna xwe ya li binkeyên navokî yên Îranê da pirtikên Ûraniyûma bi rêjeya sedî 84 meyandî keşf kirine. Wek berteka li hemberî vê rapora îdiayî ya Bloomberg’ê, “Bêhrûz Kemalvendî” Cîgirê Serokê Rêxistina Enerjîya Atomê ya Îranê ku di eynî demê da berdevkê vê rêxistinê ye tekez kir ku Îranê ti bernameyek ji bo meyandina Ûraniyûmê ya serratir ji sedî 60’î tineye.