Adar 05, 2023 14:41 Asia/Tehran
  • Îdiaya nû ya Trump: Tenê ez dikarim pêşî li qewimîna Şerê Cîhanî yê Sêyem bigirim

Donald Trump Serokkomarê Amerîkayê yê berê careke din li ser berbijariya xwe di hilbijartina 2024an da tekez kir û îdia kir ew tenha kes e ku dikare rê li ber qewimîna Şerê Cîhanî yê Sêyem bigire.

Li gorî rapora Kanala CNN’ê, “Donald Trump” Serokkomarê Amerîkayê yê berê di axaftina xwe li “Konferansa Komîteya Pêngavrakirina Siyasî ya Parêzkaran” (CPAC) li eyaleta Merîlendê ragihand, heta eger ew di dosyeyeke federal an eyaletî ku tên vekolandin da were tawanbarkirin, ew ê ji rikeberiyên hilbijartina serokkomartiyê ya 2024an wêda neçe.

Çend dosyeyên dadweriyê ji wan hewldana wî û alîgirên wî ji bo guhertina encamên hilbijartina serokkomariyê li eyaleta Corciyayê di sala 2020î da, êrîşa li ser avahiya Kongreya Amerîkayê di 6ê Çileya 2021ê da û keşfkirina belgeyên hikûmetê yên nihênî li cihê mayîna wî li Florîdayê li dijî Serokkomarê Amerîkayê yê berê hatine vekirin.

Trump her wiha bi tan û tenişt derbarê “Joe Biden” Serokkomarê Amerîkayê yê niha got: “Biden me ber bi ‘Jibîrkirinê’ va dibe û êdî Komarxwaz nikarin vê rêyê serrast bikin. Ez tenha berbijar im ku dikare rê li ber qewimîna Şerê Cîhanî yê Sêyem bigire.”

 

Serepeyv