Adar 02, 2023 20:05 Asia/Tehran
  • Kepsûla Dragon’ê bi Fezagerra SpaceX’ê bo fezayê hat avêtin

Kepsûla Dragon’ê ku hilgira çar rêwîyan e, bi rêya mûşeka Fezagerra SpaceX’ê bo Îstgeha Fezayê ya Navneteweyî (ISS) hat avêtin.

Li gorî rapora France Press’ê, NASA’yê bi hevpariya Kompaniya SpaceX’ê, çar rêwiyên nû şandin Îstgeha Fezayê ya Navneteweyî (ISS) da ku bo heyama şeş mehan li wir bimnin.

Di vê memûriyetê da du rêwiyên fezayê ji NASA’yê, yekî ûris û yekî îmaratî ji Navenda Fezayî ya Kennedy’ê li Kêyp Kanavêrala (Cape Canaveral) Florîdaya Amerîkayê hatin birêkirin.

Çaverêtî heye ev çar rêwî piştî rojekê bigihêjin Îstgeha Fezayê.

Hêjayî gotinê ye, hewla pêşîn ji bo şandina van çar rêyan di roja Duşemiyê da ji ber kêşeya teknîkî, bi ser neket.

Îstgeha Fezayî ya Navneteweyî (ISS) derdora 420 kîlomitran jortir ji asta ser Erdê di xolgeha xwe da digire.

 

Serepeyv