Kardarê Balyozxaneya Amerîkayê li Bakûyê çû ser sînorê Komara Azerbaycan û Îranê
Çavkaniyên nûçeyan ragihandin ku Kardarê Balyozxaneya Amerîkayê li Bakûyê çûye navçeya sînorî ya Komara Azerbaycanê û Îranê.
Li gorî rapora Ajansa Trendê, Li gorî ragihandina hesabê twitterê ya Balyozxaneya Amerîkayê, “Hugo Guara” Kardarê Balyozxaneya Amerîkayê li Bakûyê serdana sînorê vî welatî digel Îranê kir.
Di twîta Balyozxaneya Amerîkayê da hatiye, “Guara” serdana binkeyên Komîteya Dewletê ya Gumrikê li Astarayê kir û çawaniya bikaranîna amûrên xelatkirî yên Amerîkayê ji nêzik va şopand.
Di vî warî da, “Îlham Eliyêv” Serokê Komara Azerbaycanê piştevaniya Amerîkayê ji heqê hakimiyet û yekparçetiya welatê xwe girîng nirxand.
Ev di rewşekê da ye ku li gorî encamên rapirsînên pêkhatî li Komara Azerbaycanê, weke welatên din ên misilman, gelê vî welatî bi awayekî berfireh li dijî siyasetên Amerîkayê li navçeyê ye.