Sibat 28, 2023 18:24 Asia/Tehran
  • Elîyêv û Lavrov ser berfirehkirina hewla ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera Bakû û Yêrîwanê da tekez kirin

Serokê Komara Azerbaycanê Ilham Elîyêv û Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, li Bakûyê, pêgirî ser berfirehkirina hewlên ji bo asayîkirina peywendiyên di navbera Ermenistan û Komara Azerbaycanê di îsal da kirin.

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov, ji bo gotûbêja bi rayedarên Komara Azerbaycanê ya li ser mijarên dualî, navçeyî, navneteweyî û bi taybet li ser cihanîna hevhatinnameyên sêalî di navbera rayedarên Moskow, Bakû û Yêrîwanê da, duh derbasî Bakûyê bû.Elîyêv di hevdîtina bi Lavrov re bilî ku ji ber hewldanên bona alîkariya ji bo çareserkirina nakokiyên di navbera Bakû û Rewanê da destxweşî li Moskowayê kir, got: Rûsya wek welatê dost û hevgirtî, roleka taybet bona pêşdabirina asayîkirina peywendiyên di navbera her du welatên Komara Azerbaycan û Ermenistanê da dilîze.

Serdana Lavrov a Komara Azerbaycanê di salvegera yekan a hevhatinnameya hevkariya dualî ya di navbera Mosko û Bakûyê da cih tê ku di Sibata sala buhurî da hat wajokirin.

 

Serepeyv