Sibat 27, 2023 18:03 Asia/Tehran
  • Ji ber greva li du balefirgehên mezin ên Almanyayê bi sedan geştên esmanî hatin îbtalkirin

Kedkarên du balefirgehên mezin li eyaleta Nordrayn- Westfalênê ya Almanyayê ketine grevê ku di encamê de zêdetirî 300 geştên esmanî hatin îbtalkirin.

 Li balefirgeha herî mezin a Nordrayn- Westfalinê li paytexta vê eyaleta Almanyayê, ji kedkaran hatiye xwestin ku di çarçoveya greva komî de karê xwe rawestînin.

 Li Dûsêldorfa Almanyayê jî ji sercem 330 geştên esmanî, 205 geşt hatine îbtalkirin.

Balefirgeha Kolna Almanyayê jî roja Yekşemiyê ragihandibû ku 131 geştên plankirî bo îro Duşemiyê heta 6 siba roja Sêşemiyê yê cih werin.

 Ji xeynî kedkarên balefirgehên Almanyayê, kedkarên beşên din jî ji wan beşa raberkirinê xizmetguzariyên veguhaestina giştî û baxçeyên  zarokan ragihandine ku bona protestokirina kêmbûna miaş û derhatê û rewşa nebaş a kar û şuxilên xwe yê dest bi grevê bikin.

 

Serepeyv