Dadgeha Laha`yê biryarek ser xêra Ermenistanê da
Dadgeha Cezayê ya Navnetewî ango Laha ser bi NY piştî hilkolandina gêreya di navbera Komara Azerbaycan û Ermenistanê, Bakû erkdar kir ku cadeya di navbera Ermenistanê û devera Qerebagê da veke.
Dadgeha Navnetewî ya Cezayan Laha li Holendê hikmeke mecbûrkirinê têkildarî gêreya Ermenistan û Azerbaycanê ya li ser devera Qerebagê da. Ermenistan û Azerbaycanê piştî şerê sala buhurî ser devera Qerebagê, di dozekê da ku dijî hev li Lahê vekrin, hevdu bi binpêkirina konvansîyonan tawanbar kirin.
Li gorî hikma Dadgeha Laha`yê ya mecbûrkirinê ku têkildarî vê dosîyê derxistîye, divê Komara Azerbaycanê cadeya di navbera Ermenistan û Qerebagê da ku ji meha Kanûnê va daxistîye, veke.
Gellek çavdêr û şirovekerên meseleyên Asyaya Navîn û Qefqazê ser vê bawerê ne ku sîyasetên hikûmeta Bakûyê yên handêr têkildarî meseleyên herêmê ji wan Qerebagê ku carina bi handana hin dewletên navçeyê tên meşandin, bûne sedema gurrbûna gêreyê li vê navçeyê.