Sibat 22, 2023 18:32 Asia/Tehran
  •  Wekîlê Rûsyayê li NY’yê: Teqîna di borîya Nord Stream’ê da terorîsma navneteweyî ye

Wekîlê Dayîmî yê Rûsyayê li NY’yê teqînên di borîyên gazê yên Nord Stream-1 û Nord Stream-2’yê da terorîsma navneteweyî zanîn.

Wekîlê Dayîmî yê Rûsyayê li NY’yê “Vasily Nebenzya” di civîna Konseya Ewlehîyê ya vê rêxistinê da got: “Çawan ku di bîra gellek kesên ji we da ye, heta wê demê kivş bû ku kî dikare li pişt vê kiryara terorîstî ya navneteweyî be.

Vî dîplomatê ûris herwiha amajeyî girîngatîya mehkemekirina sebebkarên teqînên di borîyên gazê yên Nord Stream’ê da bi merema girtina pêşîya destpêbûna serdema ‘‘tevlihevî û zîyanên nayên xeyalkirin bo civaka mirovantîyê’’ kir.

Rûsyayê piştî ku zîyan li borîyên gazê yên Nord Stream’ê ket, dosîyeyek têkildarî kiryareke terorîstî ya navneteweyî vekir.

“Seymour M. Hersh” rojnamevanê amerîkî di destpêka Sibata 2023an da got ku madeyên teqandinê bi destê Hêza Deryayî ya Amerîkayê bi piştgirîya pisporên norwejî di Hezîrana 2022an da di bin borîyên gazê yên Nord Stream 1 û Nord Stream-2’yê da dema rahênana têkildarî Baltapêsê da hatin bicihkirin.

Li gorî gotina Seymour M. Hersh, biryara lidarxistina vê operasyonê ji hêla Serokkomarê Amerîkayê “Joe Biden” va piştî 9 meh gotûbêja digel rayedarên dewletê têkildarî meseleyên ewlehîya neteweyî hat dayîn.

Di 27ê Îlona sala 2022an da di raporekê da hat ragihandin ku têkdaneke bêmînak di borîyên gazê yên Nord Stream 1 û Nord Stream-2’yê da pêk hatîye ku şarezayên erdhejnasîyê yên swêdî di 26ê Îlonê da 2 teqîn di borîyên hanê da tomar kirin. Ji ber teqînan şandina gazê sist bû û gaz dapalîya Deryaya Baltîkê. Rayedarên Swêd û Danmarkê ragihandin ku çend teqîn û têkdan di vî warî da hatine destnîşankirin.

 

Serepeyv