Sibat 22, 2023 16:11 Asia/Tehran
  • Rekoreke nû di warê daketina rêjeya zarokanînê li Koreya Başûr hat tomarkirin

Amarên fermî nîşan didin ku rêjeya zarokanînê li Koreya Başûr di sala 2022an da daketiye asta herî kêm û rekoreke nû ya daketina vê rêjeyê hatiye tomarkirin.

Berîya vêya daneyên amarî yên hikûmeta Koreya Başûr nîşan dabû ku kêmbûna gelheya vî welatî di sêyemîn sala lipeyhev da berdewam bûye û hejmara kesên nezewicî li vî welatî gihîştiye 10 miliyon kesî.

Ajansa nûçeyan a Yonhap’ê ji zarê Wezareta Karûbarên Navxweyî ya Koreya Başûr nivîsîbû: Di 31ê Kanûna 2022an da gelheya vî welatî 51 miliyon û 439 hezar û 38 kes hatiye tomarkirin ku anegorî sala 2021ê sedî 0,39 kêm bûye.

Li gorî rapora Reuters’ê, amarên fermî yên salane yên Koreya Başûr nîşan da ku rêya navgîn a hejmara zarokên çaverêkirî ji bo her jina koreyî di heyama temenê zayabûnê xwe da ji 0,81 zarok di sala 2021ê da daketiye 0,78 zarok di sala 2022an da.

Ev rêjeya herî kêm li nav welatên endamê Rêxistina Hevkariya Aborî û Pêşketinê (OECD) ye ku navgîna rêjeya wê di sala 2020î da 1,59 zarok û di heman salê da gelekî kêmtir ji asta 1,64 li Amerîkayê û 1,33 li Japonê bû.

 

 

Serepeyv