Sibat 22, 2023 15:22 Asia/Tehran
  • Qeyrana hişkesaliyê li Ewropayê; Spanya jî tûşî kêşeya bêavîyê bûye

Wezareta Karûbarên Jîngehê ya Spanyayê ragihand ku ji ber kêmbûna asta barînê, qasa tevahiya zimhêrên avê yên vî welatî heta sedî 50,7 ji asta normal kêm bûye.

Li gorî rapora IRNA’yê, Wezareta Karûbarên Jîngehê ya Spanyayê êvara Sêşemiyê ragihand ku asta zimhêrên avê yên vî welatî 28 hezar û 356 hektarkûp (75 miliyar galon) e.

Li gorî gotina Wezareta Karûbarên Jîngehê ya Spanyayê, asta herî kêm a barînê li vî welatî îsal hatiye tomarkirin û rêjeya herî bilind a barînê li bajarê “Las Palmas de Gran Canaria” yê li perravê hatiye tomarkirin; cihê ku 16,6 mîlîmitr baran lê bariye.

Kêmbûna bêmînak a asta zimhêrên avê li Spanyayê bûye sebeb ku sala derbasbûyî kapasîteya hêzgehên ceryanê yên li bendavan li Spanyayê heta sedî 45,5 kêm bibe.

Kêmbûna barînê di zivistanê da tevî bihar û havîna germtir ji asta normal ji hegerên sereke yên qeyrana avê ya niha li Spanyayê ne.

 

Serepeyv