Sibat 21, 2023 17:36 Asia/Tehran
  • Hişyarî li ser zêdebûna rêjeya tûşbûna bi Nexweşiya Sorikê li Tanzanyayê

Rayedarên Tanzanyayê derbarê zêdebûna rêjeya tûşbûna bi Nexweşiya Sorikê li vî welatî hişyarî dan.

Li gorî rapora YJC'yê, Hikûmeta Tanzanyayê bi zêdekirina asta hişyariyê derbarê belavbûna Nexweşiya Sorikê, li heft navçeyên vî welatî vaksînekirin dest pê kir.

850 zarok li Tanzanyayê ji Îlona 2022an va heta Sibata 2023an tûşî Nexweşiya Sorikê bûne. Hikûmeta vî welatî hewl dide agahiya xelkê li ser Sorikê zêdetir bike.

Nexweşiya Sorikê bi nîşaneyên weke cemidîn û zekemê dest pê dibe û piştî wê bîrov û pizrikên li ser çerm xuya dibin. Ji dûhat û nîşaneyên vê nexweşiyê ta, serêş, westîyan û xwînhatina ji bêvil in.

Di vî halî da Rêxistina Cîhanî ya Tenduristiyê (WHO) ragihand ku zêdetirî 33 miliyon zarok li welatên başûrê Afrîqayê li dijî Feleca Zarokan (Polio) hatine vaksînekirin.

Feleca Zarokan zêdetir bi rêya ava qirêj û lewitî û ji kesekî bo kesekî din tê veguhestin. Ev nexweşî bandorê li pergala esebî û neronan dike û carinan dikare di heyama çend saetan mirovan felec bike.

Vîrûsa Feleca Zarokan bo cara yekem di pênc salên derbasbûyî da li Malawîyê hat ragihandin.

 

Serepeyv