Sibat 19, 2023 20:04 Asia/Tehran
  • Rayedarekî payebilind li Qerebaxê: “Îlham Eliyêv” derewker e

Rayedarekî payebilind li navçeya Qerebaxa Çiyayî gotinên serokê Komara Azerbaycanê li Komcivîna Ewlehiyê ya Mûnîxê derew zanî.

Îlham Eliyên serokê Komara Azerbaycanê di gengeşeke digel “Nîkol Paşîniyan” Serokwezîrê Ermenistanê da li kêleka Komcivîna Ewlehiyê ya Mûnîxê got ku ew difikire Komara Azerbaycanê û Ermenistan divê nîşan bidin ku  nefret û dijminatî divê bi dawî were, lê hevdem bi gotineke ne-aştiyane Ermenistan tawanbar kir ku hema bêje 30 salan erdên Komara Azerbaycanê dagir kirine.

Paşîniyan jî wek bersiva Eliyêv got: “Komara Azerbaycanê siyaseta tolhildanê girtiye ber xwe û ev di rewşekê da ye ku ev civîn (Mûnîx) ji bo hilkirina nefret û devojenî û êrîşkariyê nîne.”

Li gorî nûçeya Fars News’ê ji zarê News Armenia’yê, “Artak Bîgleriyan” Şêwirmendên Navçeya ermenînişîn a Qerebaxa Çiyayî îro îdiayên Îlham Eliyên di Komcivîna Ewlehiyê ya Mûnîxê derew zanîn û got: “Eliyêv, dîktatorê Komara Azerbaycanê li Mûnîxê îdiayên derew hilêxistin.”

Wî got: “Çar biryarnameyên NY’yê di sala 1993an ji her du aliyan xwestibûn ku şêrr rawestînin, lê Bakû pabendî wan nebû û şerr domand.”

Bîgleriyan got: “Me ti mizgeftek xera nekir. Heta me Mizgefta Şûşîyê tamîr kir û heta ku ji destê me hat me mizgeftên heyî parastin.”

 

Serepeyv