Ûrsêt: Welatên rojavayî şandina alîkarîyan bo mexdûrên erdheja li Sûrîyê dikin babeta sîyasî
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê ji ber durûtîya welatên rojavayî di warê şandina alîkarîyên mirovdostîyê bo mexdûrên erdheja li Tirkîye û Sûrîyê rexne kir.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê Marîya Zaxarova`yê got: Welatên rojavayî mijara şandina alîkarîyên mirovdostîyê bo Sûrîyê bi aşkirayî kirine babeteke sîyasî.
Wê durûtîya welatên rojava di warê alîkarîya bo deverên erdhejlêketî yên Tirkîye û Sûrîyê da karekî nemirovane zanî û got: Bi dû vê erdheja giran 21 welatên endamê YE çûn hawara Tirkîyê, di halekî da ku tenê hejmareke kêm a welatên rojavayî alîkarî şandin Sûrîyê.
Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê pêgirî ser ibtalkirina boykotên welatên rojavayî yên dijî Sûrîyê kir û got: Ew boykotana rê li ber şandina alîkarîyên mirovdostane bo Sûrîyê digirin.
Rayedarên Sûrîyê dibêjin ku boykotên yekalî yên welatên rojavayî dijî Sûrîyê, berbenda herî mezin ser rêya şandina alîkarîyan bo mexdûrên erdhejê li vî welatî ne.