Sibat 17, 2023 14:11 Asia/Tehran
  • Şandina reşnivîsa hevhatinnameya aştiyê ya Êrîwan- Bakûyê ji bo Koma Mînskê

Serokwezîrê Ermenistanê ragihahnd ku naveroka reşnivîsa hevhatinnameya aştiyê ya di navbera Êrîwan û Bakûyê da ji bo welatên hevpar ên Koma Mînskê, Saziya Ewlehî û Hevkariyê ya Ewropayê hat şandin.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşîniyan, di civîna Konseya Wezîran a welatê xwe da li bara muzakireyên hevhatinnameya aştiyê ya di navbera Êrîwan û Bakûyê da got kuHêvîdar e di gotûbêjên ji bo wajokirina hevhatinnameya aştiyê da herî kêm pêşketinek pêk were.

Paşîniyan herwiha got: “Dewra din a karê li ser reşnivîsa hevhatinnameya pêkanîna aştiyê û asayîkirina peywendiyan bi Komara Azerbaycanê re kemilandine û pêşniyarên xwe şandine Bakûyê.”

Serokwezîrê Ermenistanê herwiha got ku ew hertim amade ye berpirsyariya wajokirina hevhatinnameya aştiyê di dema herî zû da bide ser milê xwe.

 

Serepeyv