Şandina çekan bo hikûmeta darbeyê li Mîyanmarê ji hêla zilhêzan ve
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i339571-Şandina_çekan_bo_hikûmeta_darbeyê_li_mîyanmarê_ji_hêla_zilhêzan_ve
Li gorî raporeke NY, Artêşa Mîyanmarê bi saya piştgirîyên şirketên herîkêm 13 welatan, gellek çek û rextan çêdike.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 16, 2023 16:20 Asia/Tehran
  • Şandina çekan bo hikûmeta darbeyê li Mîyanmarê ji hêla zilhêzan ve

Li gorî raporeke NY, Artêşa Mîyanmarê bi saya piştgirîyên şirketên herîkêm 13 welatan, gellek çek û rextan çêdike.

2 sal ji darbeya leşkerî li Mîyanmarê derbas dibe, hikûmeta ku ji Artêşê û bi darbeyê pêk hatîye hela jî gelê vî welatî tepeser dike. Hikûmeta ku tevî boykotên NY ji zilhêzên cîhanê çek û rextan werdigire.

Rayedarên pillebilind ên NY di raporekê da ku vê dawîyê hatîye weşandin, aşkira kirine ku Artêşa Mîyanmarê tevî boykotên NY, çek û rextan ji Amerîka, Fransa, Hin û Japonê werdigire.

Koma Dadwerî ji bo Mîyanmarê jî aşkira kirîye ku şirketa Kognayt a israyîlî û çend rayedarên israyîlî mehekê berî darbeyê, wek alîkarîya bo darbeyê, alavên sîxorîyê firotine Mîyanmarê.

Tepeserkirin, kuştin û desteserkirina gelê Mîyanmarê di halekî da didome li Koma Dadwerî ji bo Mîyanmarê vê dawîyê aşkira kirîye ku şirketeke çêkirina çek û rextan a hindî jî herî kêm 7 barên teknolojîya leşkerî dane ber destê darbekarên li Mîyanmarê.