Gireva gelemperî li balafirgehên Almanyayê hevgavê Civîna Ewlehiyê ya Mûnîxê
Hevgavê birêveçûna Civîna Ewlehiyê ya Mûnîxê li Almanyayê, balafirgehên mezin ên vî welatî wê rastî pêleka nû ya girevan bibin.
Kar û xebata li balafirgeha Mûnîxê û balafirgehên din ên girîng ên li Almanyayê dê roja îniyê ji ber bangewazîya Yekîtiya Karkeran a Vêrdiyê derheq grevê, rojekê were sekinandin.
Yekîtiya Karkeran a Vêrdiyê li Almanyayê, duh çarşemiyê ragihand ku dixweze li balafirgehên gişt welêt di roja îniyê da gireveka yekrojî were lidarxistin. Ev gireva dibe sedem çalakiyên li balafirgehên bajarên mezin ên wek Firankfort, Mûnîx, Iştûtgart, Hambûrg, Dortmond, Hanofêr û Birêmênê roja îniyê bi tamî werin sekinandin.
Kêmbûna xebatkar û destmizan bûye sedem ev girev bi rêve here. Yekîtiya Karkeran a Vêrdîyê ragihand ku 2 rojan girev zûtir ragihandiye ta ku ev rêwîyan derfeta guhertina roja geşta xwe hebin. Herwiha ev gireva wê demekê were lidarxistin ku serok û rayedarên dinyayê ji bo lidarxistina Civîna Ewlehiyê ya Mûnîxê dê roja îniyê herin başûrê Almanyayê.