Sibat 14, 2023 19:20 Asia/Tehran
  • Piken: “Peywendiya digel Îranê li dijî ti aliyekî sêyem nîne”

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê berfirehbûna peywendiya Piken û Tehranê avaker zanî û got ku peywendiya du aliyan li dijî ti welatekî sêyem nîne.

Li gorî rapora IRNA’yê ya roja Sêşemiyê, “Wang Wenbin” Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Çînê roja Sêşemiyê hevdem digel serdana Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê bo Pikenê, berfirehbûn û pêşketina peywendiya dostane navbera Çîn û Îranê avaker û li ser xêra gelê du welatan û aramiya li Rojhilata Navînê zanî.

Wang Wenbin got: Peywendiya navbera Îran û Çînê ti aliyekî sêyem nake armanc û li dijî ti welatekî sêyem nîne.

Rêûrisma pêşwazîkirina fermî ji Seyid Îbrahîm Reyîsî Serokê Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê “Şî Cînpîng” Serokkomarê Çînê va berêvara Sêşemiyê li gorî dema xwecihî li avahiya Kongreya Neteweyî ya Gel a Çînê hat lidarxistin.

 

Serepeyv