Sibat 14, 2023 18:32 Asia/Tehran
  •  Bi sedan zarokên efxan ji ber sir û nexweşiyê canê xwe ji dest dane

Sindoqa Piştgîriya ji Zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UNICEF) radigihîne: “Di meha buhurî da bi sedan zarokên efxan ji ber sir û nexweşiyê canê xwe ji dest dane.”

Hikûmeta Talibanê berî niha ragihandibû ku di encama sira giran a di meha buhurî da zêde ji 300 kesî canê xwe ji dest dan. Hewa di vê midehê da li hin navçeyên Efxanistanê daketibû 35 dereceyan di bin sifrê da.

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Dengê Efxan (Ava), Sindoqa Piştgîriya ji Zarokan a Rêxistina Neteweyên Yekgirtî (UNICEF), di twîtekê da ragihand: Zivistana îsal li Efxanistanê xisarên zaf gihandîye çîn û qata herî lawaz û zêdetir ber zîyanê ya civaka vî welatî yanê zarokan daye.

 UNICEF’ê herwiha ragihand ku di meha Çileyê da bi sedan zarok li Efxanistanê ji ber sirê û nexweşiyên ji ber wê canê xwe ji dest dane.

Vê dezgehê amajeyî zêdebûna hejarî û birçîtiyê li navçeyên curbicur ên Efxanistanê kir û xwest ku civaka cîhanî zêdetir piştgîriyê bide xelkê vî welatî.

 

 

 

Serepeyv