Sibat 13, 2023 15:42 Asia/Tehran
  • Moskowa: “Amerîka terorîstan dişîne nav axa Rûsyê”

Servîsa Istixbarata Derveyî ya Rûsyê bi daxuyaniyekê ragihand: “Artêşa Amerîkayê terorîstan werdigire û wan ji bo pêkanîna êrîşên terorîstî li nav axa Rûsyê û welatên serbixwe yên Berjwendî-hevpar (Commonwealth of Nations) sewqî van welatan dike.”

Servîsa Istixbarata Derveyî ya Rûsyê bi daxuyaniyekê ragihand, li gorî zanyariyên eseh ku vê rêxistinê bi dest xistine, Artêşa Amerîkayê bi awayekî çalak terorîstên komên ser bi DAIŞ û El-Qayîdeyê ji bo pêkanîna êrîşên terorîstî li Rûsye û welatên  Berjewendî-hevpar istîxdam dike.”

Li gorî vê daxuyaniyê, Amerîkayê di Çilleya derbasbûyî da 50 terorîst wergirtin ku piştî hînkirina wan li baregeha amerîkî ya El-Tenefê li Sûriyê, ew şandine Rûsyê û welatên din ên Berjewendî-Hevpar da ku êrîşên terorîstî li dijî dîplomat û  rayedarên leşkerî pêk bînin.

Servîsa Istixbarata Derveyî ya Rûsyê her wiha tekez kir, armanca van komên terorîstî di esas da cihanîna opersyonên xerabkarî û terorîstî li dijî yekîneyên hêzên çekdar ên Rûsyê li Sûriyê û niha li Ukraynê ye.

 

Serepeyv