Moskow: Bila NATO civîneke awarte li dar bixe
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i339468-moskow_bila_nato_civîneke_awarte_li_dar_bixe
Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê xwest ku NATO civîneke awarte têkildarî xirabkarî û têkdana di proja Nord Stream-2`yê da li dar bixe.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Sibat 12, 2023 12:28 Asia/Tehran
  • Moskow: Bila NATO civîneke awarte li dar bixe

Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê xwest ku NATO civîneke awarte têkildarî xirabkarî û têkdana di proja Nord Stream-2`yê da li dar bixe.

Di dawîya meha Îlona sala  2022`yê da hat dîtin ku gaz ji borîya Nord Stream-2yê diçe. Vê borîyê rleke kilîdî di veguhestina gaza Ûrsêtê bo Ewrûpayê da heye. Rayedarên Swêd  û Danmarkê jî şikber in ku ev bûyera encama têkdan û xirabkarîyekê be. 

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Ûrsêtê Marîya Zaxarovayê got: NATO divê civîneke awarte ji bo hilkolandina encamên nû yên têkildarî teqînên di meha Îlonê yên di borîya gazê ya Nord Stream-2yê da qewimîn, li dar bixe.