Rûsiye ji bo muzakireya bê merc a digel Ukraynêamade ye
Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê got: Moskowa amade ye bi Kiyêvê re muzakirê bike, lê divê muzakire bêyî şert were lidarxistin.
Sergeyî Werşînîn, Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûsiyê
bal kişand ser vê yekê ku Moskowa ji bo muzakireya bêyî
şert bi Ukraynê re amade ye û got. Ne Ukrayn belkî
Amerîka û YE derheq muzakireyê biryarê didin.
Pêştir Walêntîna Matwînko, Seroka Konseya
Federasyona Rûsiyê vê dawiyê ragehand ku ev welata ji
bo muzakireya bêyî şet bi Ukraynê re amade ye, bi şertê
ku Kiyêv jî hez bike tevlî van gotûbêjan bibe.
Moskowayê bi caran gotiye ku amade ye bi hemî alîyên
têkildar şerê Ukraynê re muzakirê bike lê Kiyêv û
hevpeymanên wê beşdarê muzakireyan nebûne.
Rûsiyê ji destpêka şerê Ukraynê va ragehand ku
ger derheq jiçekkirina Ukraynê û wêdedanîna nêo-
naziyan ji ser desthilatê garantî bên dayîn, yê şêr
rawestîne.