Sibat 11, 2023 17:40 Asia/Tehran
  • IAEA: “Rewşa derdora Hêzgeha Zaporîjîyayê aloz e”

Ser-Rêveberê Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî (IAEA) ragihand ku rewşa derdora Hêzgeha Zaporîjîya ya Ukraynê aloz e.

Ser-Rêveberê Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî “Rafael Grossi” got: “Rewşa derdora Hêzgeha Zaporîjîya ya Ukraynê aloz e.” Wî ‘‘Dewama şerê di navbera Rûsye û Ukraynê da’’ hegera vê bêistiqrarîyê zanî.

Ajansa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî di rapora xwe ya vê dawîyê da xwest ku zûka navçeyeke ewleh li derdora Hêzgeha Zaporîjîyayê were kivşkirin ji bo ku pêşîya her bûyereke navokî ya ihtimalî ya ji ber dewama şerê di navbera hêzên ûris û ukraynî da were girtin.

Hêzgeha Zaporîjîyayê ku hêzgeha herî mezin a atomî ya Ewropayê ye, li xeta pêşîn a bereya şerê di navbera Rûsye û Ukraynê da ye, bombebarankirina bidûhev a vê hêzgehê bi destê hêzên ukraynî di hefteyên vê dawîyê da bûye sedema vê tirsê ku bûyereke wekî ya li Çernobîlê biqewime.

Serepeyv