Sibat 08, 2023 17:11 Asia/Tehran
  •  Taywanê mûşeka Krûz a dûrbirr ceriband

Taywanê di germegerma kêşeya digel Pikenê da mûşekeke Krûz a dûrbirr bi şiyana êrîşa li ser navend û rojhilatê Çînê ceriband.

Taywanê bi mebesta xurtkirina şiyana xwe ya pêşîlêgirtinê li hemberî Çînê, berê xwe daye berfirehkirina qabiliyeta xwe ya êrîşkirinê ji wan mûşekên “Cruise” û çekên ku di êrîşên bejahî da tên bikaranîn. Taywanê beriya niha mûşekên krûz ên  “Tomahawk” û “JASSm-ER”ê ji Amerîkayê kirrîne û bernameya mûşekên krûz ên ûltrasûnîk a “Yu Feng” pêş xisitye.

Li gorî rapora IRNA’yê, “Enstîtûya Neteweyî ya Zanist û Teknolojiyê ya Çong-Şan”ê ya Taywanê ku kompaniyeke dewletê ji bo çêkirina çekan e, sibeha Sêşemiyê ev mûşek ceriband.

Wisa xuya ye ev mûşeka nû cûreya pêşxistî ya mûşeka krûz a bi navê “Hesiyong Sheng”ê be ku li baregeha “Ciyopeng”ê li başûrê Taywanê bi cih bûye.

Mûşeka nû mûşekeke erd-bi-erd e ku birra wê herî pirr 1200 kîlometr e û dikare bigihêje bajarên Wuhanê yê parêzgeha Hubêyê û bajarê Çangşayê li parêzgeha Hunanê.

Çîn hertim Taywanê wek beşeke axa xwe dizane û ji hemî welatên cîhanê dixwaze ku rêzê li Çîna Yekgirtî û yekparçetiya axa vî welatî bigirin.

 

Serepeyv