Sibat 06, 2023 08:57 Asia/Tehran
  • Trena hilgira madeyên xeternak li Amerîkayê ji rêya xwe derket

Ji ber jirêderketina treneke barhilgir li gunekî Ohayoya Amerîkayê, ev navçe ji niştecihên wê hat valakirin û şewateke mezin qewimî.

Ji ber derketina treneke barhilgir ji ser rêya hesin li gundê “Filistîna Rojhilat” (East Palestine) li Ohayoya Amerîkayê, ev navçe ji niştecihên wê hat valakirin û şewateke mezin qewimî.

Li gorî vê raporê, Derdora 50 vagonên vê trena barhilgir ku barên cûr bi cûr tê da bû, li vî gundî ji ser rêya hesin derketin û piştra tren teqiya û şewateke mezin li navçeyê qewimî.

Li pey vê bûyerê rayedarên xwecihî destûra valakirina malên li nêzikî bûyerê dan û deriyên dibistan û navendên civakî wek sitargeha demkî ji bo bicihkirina niştecihên navçeyê vekirin.

 

Serepeyv