Sibat 05, 2023 14:04 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Fransayê yê serrastkirina Qanûna Malnişînbûnê venihêre

Serokwezîra Fransayê “Elisabeth Borne” bi pêşnîyarekê ji kabîneyê xwest ku pêşnumaya serrastkirina Qanûna Malnişînbûnê venihêre ta ku rê bidin hin kesên ku pêştir karê xwe dest pê kirine, zû malnişîn bibin.

Hikûmeta Serokkomarê Fransayê “Emmanuel Macron” dixwaze temenê malnişîbûnê ji 62 rake 64 salîyê. Hikûmeta Mecron idia dike ku ev kara beşeke wan çaksazî û serrastkirinan e ku ji bo kêmkirina pirsgirêkên Fransayê di salên bê da pêwîst e.

Partîya Mecron di sala buhurî da pirranîbûna li meclisê ji dest da, lewma kabîne ji bo pesendkirina serrastkirin û çaksazîyên ku bûne sedema rexneyan, li parlimanê hewcedarê dengên Partîya Muhafizekar e.

Serokwezîra Fransayê vê dawîyê gotîye ku amade ye pêşnîyarên Muhafizekaran ên têkildarî wê pêşnumayê wergire.

Wê herwiha got ku ew pêşnumaya bandorê li 30 hezar kesî dike û ji bo wê zêde ji milyarek Euro di salekê da pêwîst e ku divê çavkanîyek ji bo wî diravî were dabînkirin.

Nerazîyên fransî hefteya buhurî di bersiva bangewazîya yekitîyên karker û personelan da ji bo nîşandana nerazîbûna xwe hibmerî pêşnumaya serrastkirina Qanûna Malnişînbûnê daketin kolanan.

 

Serepeyv