Sibat 05, 2023 13:23 Asia/Tehran
  • Hilbijartinên serokkomartîyê li Qibrisê dest pê bûn

Hilbijartinên serokkomartîyê yên Qibrisê îro dest pê bûn.

“Averof Neofytou” bi piştgirîya Partîya Demokrat (DISY), “Anderyas Mavroyanîs” berbijarê Partîya Karkeran a Çepgir û Pêşketî (AKEL) û “Nîkos Krîstodolîs” ku Partîya Demokrat a Navînrê (DIKO) û Tevgera Demokrasîya Civakî (EDEK) pişta wî digirin, 3 berbijarên sereke di vê hilbijartinê da ne.

Van sê berbijarana vê gavê her yek bi curekê têkilî bi Serokkomarê ser desthilatê ra heye.

Serokkomarê nika yê Qibrisê “Nîos Anastazyades” ji Partîya Demokrat ku di salên 2013 û 2018an da hat bijartin, ji ber ku du caran bûye Serokkomar, idî nikare bibe berbijar.

Heke ti berbijarek nekaribe dengên pêwîst bi dest bixe, yê dewra diduyan a hilbijartinê di 12ê Sibatê da were lidarxistin.

Hemî berbijarên posta serokkomartîyê soz dane ku muzakireyên aştîyê dest pê bikin.

Xala balkêş eva ye ku biryar e li Yûnan û Tirkîyê jî di mehên bê da hilbijartin were lidarxistin.

Serokkomarê Tirkîyê “Receb Teyyîb Erdogan” çend rojan berî nika ragihand ku hilbijartinên giştî yên vî welatî yê di 14ê Gulanê da bên lidarxistin tam çend hefteyan piştî hilbijartina li Yûnanê.

 

Serepeyv