Parlimanterek ji Lêjneya Peywendîyên Derve ya Kongira Amerîkayê hat derxistin
Sibat 03, 2023 13:39 Asia/Tehran
Endameka Lêjneya Peywendîyên Derve ya Kongira Amerîkayê ji ber helwestên dijî sîyonîstan ji wê lêjneyê hat derxistin.
Di civîna şeva buurî ya Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê nasyar bi Kongirê da, Îlhan Umer bi 218 dengên erê himberî 211 dengên na, bi hegera rexnekirina Israyîlê ji Lêjneya Peywendîyên Derve ya vê meclisê hat derxistin.
Îlhan Umer`ê di axavtina berî dengdanê da gotibû ku Komarxwaz bi çavê gumanbaran li postreşên hin deverên cîhanê û misilmanan mêze dikin û bi vê hizrê himberî wan serederîyê dikin.
Îlhan Umer`ê pêgirî kir: Ez ne ji bo bêdengbûnê hatime Kongirê û heta heke di vê lêjneyê da nebi, jî, dê axavtina ji bo dadxwazan l iseranserê cîhanê bidomînim.