Sibat 01, 2023 18:57 Asia/Tehran
  •  Lêgerîna ji bo peydakirina kepsûla Radyo-Ektîv a windabûyî li Australyayê didome

Hêzên alîkarîgihên li Australyayê hîn jî li dû kepsûleke radyo-ektîv digerin ku li nav mezinrêyeke bi dirêjahiya 1400 kîlomitrî li devereke bêniştecih winda bûye.

Beriya vêya hatibû gotin ku ev kepsûl di dema veguhestinê ji madeneke di navbera bajarê Newman’ê yê li dûrahiyê û derdora Pêrta Bakur li Australyayê winda bûye.

Berpirsê australyayî dibêjin: Ev kepsûl ji nîveka Çileya 2023an winda bûye.

Li gorî rapora IRIB News’ê, Beşa wêneyî ya Rojnameya South China Morning Post’ê ragihand: “Berpirsên australyayî dibêjin ku li nav kepsûla navbirî Sêzyûma (Cesium) 137 (ji Îzotopên radyo-ektîv ên Sêzyûmê) heye û di pîşeya kanza û madenê da tê bikaranîn.”

Kepsûla windabûyî sîlîndereke metalî ya bi bilindahiya 8 mîlîmitr û panatiya şeş mîlîmitrî ye.

Berpirsên australyayî hişyarî didin ku eger destê mirov li vê sîlînderê keve, dibe ku şewata ji ber belavbûna tîrêjan an nexweşî pêk were.

Andrew Robertson, rayedarê tenduristiyê yê herî payebilind li Australyaya Rojava got: “Em nîgeran in ku kesek vê kepsûlê rake û bêyî ku haya wî ji tiştê tê da hebe, wisa bifikire ku ew tiştekî balkêş e; vêca wê li nav ode an erebeya xwe hilgire an bide kesekî din. Loma em dixwazin ku gişt bala xwe bidin ser vê mijarê.”

 

 

Serepeyv