Çile 31, 2023 18:59 Asia/Tehran
  •  Ibtalkirina zêde ji hezar geştên esmanî û sergirandbûna rêwîyan li Amerîkayê

Ji ber rewşa xirab a hewa, zêde ji hezar geştên esmanî li Amerîakyê hatin ibtalkirin û bi hezaran rêwî li vî welatî sergiran bûn.

Barîna berfê, sirr û seqem ji 30ê Çilleyê va li Amerîkayê dest pê bûye û yê heta 1’ê Sibatê bidome.

Ji ber sirr û seqema li navenda Amerîkayê, zêde ji hezar û sed geştên esmanî yên nav û derveyî welêt heta şeva buhurî hatin ibtalkirin.

Berbanga îro jî zêde ji 900 geştên esmanî li Amerîkayê hatin ibtalkirin.

Li gorî agahîyan, nîvê geştên ibtalkirî yên Şirketa “Southwest”ê ya li Dalasa ser bi eyaleta Tegsas’ê bûne.

Ji hêla din va, geştên esmanî yên ji balafirgehên “Dalas”, “Tegsas” û Lasvegas’ê li eyaleta Nêvadayê û balafirgeha navnetewî ya Dênver ser bi eyaleta Koloradoyê man derengîyê.

Ji ber barîna berfeke giran li Amerîkayê, rewşa cadeyan jî aloz û pirrxeter e.

 

Serepeyv