Çile 31, 2023 17:53 Asia/Tehran
  •  Meşqa leşkerî ya hevpar a Rûsye û Bêlarûsê dest pê bû

Wezareta Berevaniyê ya Bêlarûsê qala destpêbûna meşqên hevpar ên hêzên vî welatî digel Rûsyê kir ku dê bo heft rojan bên domandin.

Li gorî rapora Russia Today a erebî, Wezareta Berevaniyê ya Bêlarûsê bi weşandina daxuyaniyekê tevî amajeya bi destpêbûna fêrkariyên leşkerî yên fermandetiya hêzên hevpar ên vî welatî û Rûsyê, ragihand ku ev fêrkariyên leşkerî ku bo heyama heft rojan li Bêlarûsê pêk tên, dê bi armanca hevahengiya tam a çalakiyên fermandetiyê ji bo bikaranîna yekîneyên leşkerî di berevaniya ji yekîtiya Rûsye û Bêlarûsê û misogerkirina ewlehiya wan be.

Pêştir jî Wezareta Berevaniyê ya Bêlarûsê qala lidarxistina meşqa asimanî ya taktîkî ji aliyê hêzên hevpar ên Rûsye û Bêlarûsê kiribû ku ev meşqa leşkerî jî dê heta sibe anku Çarşemiyê were domandin.

Meşqên leşkerî yên hevpar di navbera Rûsiye û Bêlarûsê da di halekî da tên lidarxistin ku rayedarên Rûsyê hertim piştevaniya leşkerî ji Bêlarûsê wek ewlewiyeteke Krêmlînê dizanin.

Pêştir “Dmîtrî Piskov” Berdevkê “Qesra Krêmlînê” ragihand, Piştevaniya leşkerî ya Rûsyê ji Bêlarûsê tam û hemî-alî ye û Mosko her cûre êrîşa li ser Mînskê dê wek êrîşa li ser xwe bihesibîne.

 

Serepeyv