Çile 29, 2023 14:22 Asia/Tehran
  • Li derdora bajarê Los Angeles’ê sê kes ji ber êrîşa bi çekê hatin kuştin

Di encama gulleavêtina li derdora bajarê Los Angeles’a Amerîkayê, heft kes hatin kuştin an birîndar bûn.

 Di encama gullevaêtinekê li derdora bajarê Los Angeles’ê yê eyaleta Kalîforniyaya Amerîkayê de, sê kes hatin kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Vê raporê hûrgiliyên zêdetir derbarê vê bûyerê raber nekirine.

 Li gorî rapora CNN’ê, di encama gulleavêtina li Batîmorê jî 5 kes birîndar bûn, Polîsê Baltîmorê agahiyên zêdetir derbarê vê bûyerê raber nekirine.

 Berhevdanîna amarên şîdeta bi çekan li Amerîka û welatên cîhanê, Amerîkayê welatekî tam cuda nîşan dide. Tevî ku Amerîka nêzîkî sedî 5’ê nifûsa cîhanê pêk tîne, derdora sedî 31’ê kesên ku tevkujiya bi çekê pêk tînin, li Amerîkayê ne.

 Encama lêkolîna nîşan dide ku hejmara kuştiyên di encama bikaranîna çekên germ li Amerîkayê, gihêştiye hejmara xwe ya herî zêde di 30 salên buhurî de.

 Azadbûna hilgirtina çekan li Amerîkayê dibe sedema şîdetên bi çekan, ku her roj hin kesan dike gorî.

 

Serepeyv