Çend welatên rojavayî welatîyên xwe yên li Tirkîyê hişyar kirin
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i339106-Çend_welatên_rojavayî_welatîyên_xwe_yên_li_tirkîyê_hişyar_kirin
Bi dû bêrêzîya li Quranê û şewitandina wê li 3 welatên eweûpî ji wan li ber balyozxana Tirkîyê li Swêdê, çend welatên rojavayî yên wekî Fransa, Alman û Amerîkayê welatîyên xwe yên li Tirkîyê têkildarî êrişên ihtimalî hişyar kirin.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 28, 2023 11:19 Asia/Tehran
  • Çend welatên rojavayî welatîyên xwe yên li Tirkîyê hişyar kirin

Bi dû bêrêzîya li Quranê û şewitandina wê li 3 welatên eweûpî ji wan li ber balyozxana Tirkîyê li Swêdê, çend welatên rojavayî yên wekî Fransa, Alman û Amerîkayê welatîyên xwe yên li Tirkîyê têkildarî êrişên ihtimalî hişyar kirin.

Balyozxana Amerîkayê li Enqerê ragihand ku dewleta Amerîkayê welatîyên xwe yên li Tirkîyê li gorî şewitandina Quranê li Ewrûpayê, derheq êrişa ihtimalî wek berteka himberî wî karê kirêt û bêrêzane hişyar kirin û ji wan xwest ku ji kombûnan dûr kevin û zêde neyên ber çavan.

Balyozxana Fransayê li Enqerê jî di daxûyanîyekê da li gorî vê yekê ku xetera êrişê li Tirkîyê zêde ye, ji fransîyên li Tirkîyê yan yên jê derbas dibin xwest ku baldar bin nemaze li cihên ku diqewime bîyanî kom bibin.

Alman û Îtalîyayê jî welatîyên xwe yên li Tirkîyê hişyar kirin ku baldar bin.

Rasmos Palodan welatîyê tundrê û dijî islamê yê swêdî-danmarkî şemîya buhurî li ber balyozxana Tirkîyê ya li Istokholmê agir berda Quranê û ji bo vî karî îzin ji rayedarên Swêdê wergirtibû. 

Piştî wî, Êdvîn Waginsold rêberê holendî yê koma rastgir a tundrê ya ``ewrûpîyên welatparêz dijî belavbûna islamê li welatên rojavayî duşema buhurî li Holendê agir berda Quranê.

Ev karana bûn sedema pêleke şermezarkirinê li asta cîhanê nemaze di nav welatên misilman da.