Çile 26, 2023 14:17 Asia/Tehran
  • Biden: “Em ê 31 tankên Abrams’ê bişînin UKraynê”

Serokkomarê Amerîkayê bal kişand ser vê yekê ku Parîs û Bêrlîn tankên xwe didin Ukraynê û got: “Amerîka jî dê 31 tankên AbramS’ê ji bo Kiyêvê bişîne.”

 Joe Biden, Serokkomarê Amerîkayê roja Çarşemiyê got ku bi rêberên Inglîz, Almanya, Fransa û Îtalyayê re derbarê pêwîstiya dewama piştgiriya eskerî ji Ukraynê bi rêya telefonê gotûbêj kiriye.

 Biden ragihand Inglîz, Fransa û Almanya tankên cengê didin Ukraynê û Amerîka jî 31 tankên AbramS’ê dê ji bo Kiyêvê bişîne.

Serokkomarê Amerîkayê îdia kir: “Em bona piştgiriya ji Ukraynê hevgirtî ne.”

 Anatoly Antonov, Balyozê Rûsiyê li Waşengtonê pêştir ji vêya wek berteka li hembere kiryara Amerîkayê got: “Radestkirina muhtemel a tankên Abrams’ê yên amerîkî bo UKraynê, yê tehrîkkirineke din a eşkere dijî Rûsiyê be.”

 Pêngava Welatên Rojavayî derehq şandina çek û sîlehan bo Ukraynê bûye sedem ku şerê vî welatî gurrtir bibe.

 

Serepeyv