Çile 24, 2023 21:42 Asia/Tehran
  •  Sekreterê Giştî yê NATO'yê dê serdana Koreya Başûr bike

Malpera Korea Times'ê nivîsî: Wezareta Derve ya Koreya Başûr ragihand ku Jens Stoltenberg Sekreterê Giştî yê NATO'yê dê destpêka hefteya bê serdana Seûlê bike û piştî wê dê biçe Tokyoyê.

Li gorî rapora IRIB News'ê ji zarê KOrea Times'ê, Wezareta Derve ya Koreya Başûr ragihandiye ku biryar a Jens Stoltenbergg ji roja Yekşemiyê, 29ê Çileyê va serdana xwe ya durojî bo Seûlê dest pê bike û digel rayedarên payebilind ên Koreya Başûr ji wan Park Cîn wezîrê derve û Lî Cong Sûb wezîrê berevaniyê yê vî welatî hevdîtin pêk bne.

Li gorî vê raporê, Her wiha biryar e ku Stoltenberg serdana Goristana Neteweyî ya Seûlê bike û beşdarî civînekê bi mazûvaniya Odeya Fikrê ya Koreya Başûr bibe.

 

Serepeyv