Ermenistan amade ye peywendiyên bi Komara Azerbaycanê re asayî bike
Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê ragihand: Yêrîwan bo gotûbêjên zêdetir bona normalkirina peywendiyên bi Komara Azerbaycanê re amade ye.
Ararat Mîrzoyan got: Yêrîwanê pêştir jî nîşan dabû ku nêrîneke kêrhatî û rastbêjane di demajoya muzakireyan da heye ji ber ku armanca me ya teqil û bingehîn pêkanîna ewlehî û aşitiyê li navçeyê ye. Me daxwaziyên civaka navneteweyî berçav girtine û em amade ne ku zêdetir gotûbêjan bikin. Ararat Mîrzoyan got: Ermenistanê ti carî muzakireya bo pêknaîna aşitiyê bi Komara Azerbaycanê re ranewestandiye.
Wezîrê Karên Derve yê Ermenistanê got: Tevî kiryarên neqanûnî yên Komara Azerbaycanê li derbasgeha Laçînê û paşdexistina hevdîtinên li Moskowayê me beriya mehekê pêşniyarên xwe yên nû derbarê reşnivîsa rêketinnameyekê bi Azerbaycanê re raber kir lê me hîna bersivek wernegirtiye. Niha gog li erdê Komara Azerbaycanê ye.
Mîrzoyan her wiha teqez kir, Ermenistanê derbasgeha Laçînê bo veguhestina maynê bo Qerebaxê bi kar neaniye.
Pêştir Cêyhûn Bayramof, Wezîrê Karîn Derve yê Azerbaycanê ragehandibû ku Bakû amade ye gotûbêjên kêrhatî di astekê de bi Yêrîwanê re bike.