Çile 20, 2023 17:36 Asia/Tehran
  •  Serokê CIA'yê bi awayê veşartî serdana Ukraynê kiriye

William Burns Serokê Rêxistina Îstixbarata Navendî ya Amerîkayê (CIA) hefteya derbasbûyî ji bo şêwirînên nihênî digel Volodîmîr Zelenskî serokkomarê Ukraynê serdana Kiyêvê kiriye.

Li gorî rapora Fars News'ê, Rojnameya New Yrok Times'ê ev nûçe ji zarê du rayedarên amerîkî ragihand û wiha lê zêde kir: William Burns ji beriya destpêbûna êrîşa Rûsiyê ser Ukraynê gelek caran serdana vî welatî kiriye û digel rayedarên îstixbarata vî welatî hevdîtin pêk aniye.

Duşemiya vê hefteyê jî, Wendy R. Sherman alîkara wezîrê derve yê Amerîkayê, John Finer alîkarê Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Koşka Sipî û Colin Kahl alîkarê Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkayê bi Zelenskî ra hevdîtin pêk anî.

New York Times'ê nivîsiye: CIA hewl dide serdana Burns veşêre û qet li ser vê mijarê tiştekî ranagihîne.

 

Serepeyv