Çile 18, 2023 19:33 Asia/Tehran
  •  Helîkopter jorda ket û Wezîrê Karên Hundur ê Ukraynê canê xwe ji dest da

Li bajarokekî ser bi Kyivê helîkoptereke Ukraynê ket xwarê û di encamê de 16 kesan jiyana xwe ji dest da.

Li gor zanyariyan, bûyer li bajarokê Brovary yê li nêzî Kyiv’a paytexta  Ukrayanyê qewimî û helîkopterek jorda ket û di encamê da 18 kesan ji wan Wezîrê Karên Hundur ê vî welatî û cîgirê wî canê xwe ji dest da.

Di qezayê de Wezîrê Karên Hundir ê Ukraynê Denys Monastyrsky û Cîgirê wî Yevgeny Enin canê xwe ji dest da û 26 kes ji wan 2 zarok jî birîndar bûn.

Parêzgarîya Kyivê di daxuyaniyekê de ragihand ku dema jordaketin û agirpêketina helîkopterê zarok û kedkarên baxçeyeke zarokan li wir bûne û kesên li cihê bûyerê bo cihekî din hatin veguhastin.

Nivîsgeha Serokkomartîya Ukraynê jî bêyî amajeyî hegera qewimîna vê bûyerê bike, jordaketina vê helîkopterê li nêzîkî devereke neleşkerî piştrast kir

 

Serepeyv