Kirrofe û bahozê ziyaneke zehf li Georgia’ya Amerîkayê pêk anî
Ji ber kirrofe û bahoza giran li Georgia’ya (Corciya) Amerîkayê, banê gelek malan hirifiye û ziyaneke zêde li malên xelkê ketiye.
Giraniya bahoz û kirrofeyê ewqasî zêde ye ku ziyaneke cidî li mal û milkên xelkê van navçeyan ketiye.
Rayedarên amerîkî ragihandin ku ji ber bahozê li eyaleta Alabamayê jî 8 kesan canê xwe ji dest daye.
Heftiya buhurî jî, medyayên amerîkî ragihandin herî kêm 50 kesan li Amerîkayê ji ber kirrofe û bahozê canê xwe ji dest daye û cereyana malên bi hezaran kesî li eyaleta New York’ê qut bûye.
Par ji ber bahozên giran, şewatên li daristanan, bager û hişkesaliyê û kirrofeyên giran ên li zivistanê, bayê zêde ji 165 miliyar dolarî ziyan li vî welatî ketiye.
Dayira Neteweyî ya Oqyanûs û Av û Hewayê ya Amerîkayê ragihand: Xisar û ziyanên bobelatên têkildarî av û hewayê li berav û deştên li rexê çeman ku îmkana rabûna lehiyê heye, zêde dibin.