Çile 11, 2023 17:52 Asia/Tehran
  • Berf û seqemê welatên Asyaya Navîn dane ber xwe

Barîna berfê û sirr û seqemê welatên Asyaya Navîn tûşî gelek pirsgirêkan anne.

Li gorî rapora IRNA'yê, Mezinrê li Qezaqistanê astemg bûne, dibistan li Tacîkistanê hatine girtin, dar û stûnên elektrîkê li Uzbekistanê dikevin û rayedarên Qirqîzistanê jî ji rûniştiyên apartmanan dixwazin ji bo girtina pêşiya qerisîna avê di boriyan da, pencereyên jêrzemînê girêdin.

Xizmetên Neteweyî yên Rêveberiya Rêyan li Qizaqistanê ragihand: 60 rê ji ber sirr û seqema giran û daketina pileya gemayê heta 30 derece bin sifir, asteng bûne.

Li vî welatî ji kesên ku wesayîtên wan ên dîzelî hene ra destûr hatiye dayîn ku bi ti awayî wesayîta xwe neajon; ji ber ku sirr û seqem dikare bibe sebeb ku sîstemên ardûyê biqerisin.

Di vê navberê da Tirkmenistanê jî para xwe ji sirr û seqemê wergirtiye. Tê gotin pileya germayê li Eşq Abada paytexta vî welatî di êvara 10ê Çileyê da heta 6 dereceyan daketiye bin sifir.

 

Serepeyv