Krêmlîn: "Rûsiye amade ye qeyrana Ukraynê bi rêya gotûbêjê çareser bike"
Berdevkê Koşka Krêmlînê ragihand ku Rûsiye amade ye qeyrana Ukraynê bi rêya gotûbêjê çareser bike.
Li gorî rapora Sputnik'ê, Dmîtrî Pêskov Berdevkê Koşka Krêmlînê roja Çarşemiyê wek berteka li ser gotinên Mewlûd Çawûşoglû Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyê di piştevaniya ji gotûbêja Mosko-Kiyêvê da, got: "Rûsiye hertim ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi rêya gotûbêjê amade bûye û serokkomar Pûtîn bi caran ev amadetî ragihandiye."
Berdevkê Koşka Krêmlînê her wiha got: "Bêguman em vedibijêrin ku armancên xwe bi rêya aştiyane, siyasî û dîplomatîk bi dest bixin."
Wî di eynî demê da tekez kir: "Di rewşekê da ku qanûnên Ukraynê rê li ber serokkomarê vî welatî ji bo her cûre têkiliya bi Rûsiyê ra digirin, di rewşekê da ku welatên rojavayî bi aşkiratî ti destûrekê di vî warî da nadin Ukraynê, ti asoyek ji bo gotûbêjê namîne."
Wezareta Berevaniyê ya Ukraynê ragihandiye ku şerta Kiyêvê ya herî girîng ji bo destpêkirina gotûbêja bi Moskoyê ra, derketina hêzên wî welatî ji tevahiya axa Ukraynê ye.