Çile 07, 2023 19:52 Asia/Tehran
  •  Hejmara candayîyên ji ber Koronayê li Japonê rekor derbas kir

Wezareta Tenduristîyê ya Japonê ragihand: Hejmara tûşbûyîyên Koronayê di 24 sietên buhurî da ji 245 hezar û 500 kesî derbas bû û gihîşt asta herî bilind a rojane.

Di 24 sietên buhurî da zêde ji 245 hezar û 500 kes ji ber tûşbûna bi Koronayê li Japonê mirine ku asta herî bilind a mirina ji ber Koronayê ya rojane ye.

Wezareta Tenduristîyê ya Japonê ragihand: Heta nîvê şeva buhurî 245 hezar û 542 kes tûşî Koronayê bûne ku anegorî vê demê ya hefteya buhurî qasî 96 hezar û 5 kes zêde bûye.

Di çend rojên buhurî da pêleke tûşbûna bi Koronayê li deverên curbicur ên cîhanê belav bûye ku bûye sedema gellek dilnigeranîyan û pizişk ji xelkê dixwazin ku rênimayîyên têkildarî Koronayê ji wan bikaranîna maskê berçav bigirin.

 

Serepeyv