IMF’ê derbara şûndemayîna abora cîhanê da hişyarî da
Sindoqa Navneteweyî ya Dirêv (IMF) hişyarî da ku geşbûna abora sê aborên mezin ên cîhanê daketîye, lewma yek ji sêyê abora cîhanê dê îsal tûşî şûndemayîna aborî bibe.
Seroka IMF’ê hişyarî da ku asta geşbûna abora Amerîka, Yekîtiya Ewropayê (YE) û Çînê wek sê zilhêzên abora cîhanê yê îsal dakeve û yek ji sêyê abora cîhanê dê tûşî şûndemayînê bibe. IMF’ê herwiha ragihand ku şûndemayîna abora cîhanî yê bandor li jîyana bi sedan milyon kesî li cîhanê bike.
Kristalina Georgieva Seroka IMF’ê derbara rewşa abora cîhanî di sala 2023an da hişyarî da û ragihand ku rewşa abora cîhanê yê îsal ji ya sala buhurî dijwartir bbie. Hegera wê jî ew e ku asta geşatîya abora Amerîka, YE û Çînê daketîye. Şerê Ukraynê, jordaçûna bihaya kel û pelan, asta bilind a sûda diravê bankê û belavbûna Koronayê hegerên sereke yên daketina asta geşbûna abora cîhanî hatine zanîn.