Desteserkirina zêde ji 100 kesî têkildarî alozîyên di şeva sersalê da li Almanê
https://kurmanci.sahartv.ir/news/cîhan-i338642-desteserkirina_zêde_ji_100_kesî_têkildarî_alozîyên_di_şeva_sersalê_da_li_almanê
Hin medyayên almanê ragihandin ku şoya bi êgir ango teqandina fîşekên ronîker ên rengorengo sedema şermê ye. Merasima sersalê li hin şaran veguherî alozîyê. Di encama êrişa ajawegêran da 41 polîs û ekîbên hawargiheştinê li Berlînê birîndar bûn û zîyaneke ciddî li maşîna wan ket.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çile 06, 2023 13:32 Asia/Tehran
  • Desteserkirina zêde ji 100 kesî têkildarî alozîyên di şeva sersalê da li Almanê

Hin medyayên almanê ragihandin ku şoya bi êgir ango teqandina fîşekên ronîker ên rengorengo sedema şermê ye. Merasima sersalê li hin şaran veguherî alozîyê. Di encama êrişa ajawegêran da 41 polîs û ekîbên hawargiheştinê li Berlînê birîndar bûn û zîyaneke ciddî li maşîna wan ket.

Polîsan di wan alozîyana da 145 kes desteser kirin.

Êrişa ser polîsan, ekîbên agirvemirîner û orjansê û têkdana mal û milkên giştî bûn sedem ku rayedarên Almanê ji wan Serokwezîr û gel bertekê nîşan bidin.

Wezîra Karên Hundur a Almanê jî got, kesên êrişî hêzên polîs û hawargiheştinê kirin, divê bi awayekî ciddî û li gorî qanûnê bên cezakirin.

Wê got, cezayên di vî warî da hatine şidandin û divê ku bên sepandin.

Lê medya hewil didin ku şîdetên di merasima sersalê da li Almanê zêdetir bi koçberan va girêdin. Di eynî demê da navenda polîsan ragihandîye ku ji kesên desteserbûyî 45 kes almanî û yên din ji 17 netew û welatên din in.