Ermenistan: Bila tîmeke pêderxistina rastiyan bo navçeya Qerebaxê were şandin
Serokwezîrê Ermenistanê xwest ku tîmeka navnetewî ya pêderxistina rastiyan bo navçeya Qerebaxê were şandin.
Serokwezîrê Ermensitanê Nîkol Paşîniyan, ji civaka navneteweyî xwest ku tîmeka navneteweyî ya pêderxistina rastiyan bişîne navçeya çiyayî ya Qerebaxê û derbasgeha Laçînê ku ji meha buhurî ve ji aliyê Komara Azerbaycanê ve hatiye girêdanê.
Nîkol Paşîniyan herwiha got: Dewleta Ermenistanê çaverêrê civaka navneteweyî bi taybet Rûsiyê wekî endamê hertimî yê Konseya Ewlehiyê ya NY ye ku pêngavên bingehîn têkildarî jiholêrakirina dorpêça vê navçeyê rakin.
Serokwezîrê Ermendstanê pêgirî kir: Ev dorpêça bûye sedema kêmbûna madeyên xwerinê li navçeya Qerebaxa Çiyayî.
Li gorî gotina rayedarên ermenî û rayedarên dewleta xwecî ya Qerebaxa Çiyayî, nika veguhestina nexweşên bedhal ji vê navçeyê ve bo nexweşxaneyên Ermenistanê bi dijwarî û tenê bi ambûlansên Xaça Sor pêkan e.
Anegorî vê raporê, derbasgeha Laçînê tenê rê ye ku Ermenistanê digihîne Qerebaxa Çiyayî.