Çile 05, 2023 13:43 Asia/Tehran
  • Dengwergirtina ji bo bijartina serokê Kongreya Amerîkayê dîsan bê encam ma

Dengwergirtina çaran a ji bo bijartina Kevin McCarthy (Kêvîn Mek-Kartî) wek Serokê Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê bi hegera bêtifaqîya di nava Partîya Komarxwaz da bê encam bi dawî hat.

Kevin McCarthy di dengwergirtina çaran da 201 deng bi dest xistin; eva di halekî da ye ku 218 deng ji bo bidestxistina posta serokatîya Meclisa Parlimanteran pêwîst in. Wî pêwîstî bi 17 dengên din hebû.

Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê heta dema ku serokê wê neyê destnîşankirin, nikare ti karekî ji wan sondxwarina parlimanterên nû bike.

Ev cara yekê di sedsalekê da ye ku ji bo bijartina Serokê Meclisa Parlimanteran a Amerîkayê pêwîstî bi çend dewrên dengwergirtinê hedibe.

Ji Kanûna sala 1855an va heta Sibata sala 1856an jî 133 dewrên dengwergirtinê hatin lidarxistin ku ya herî demdirêj di dîroka Amerîkayê da bû.

Kevin McCarthy pêrgî komeke neyar a di nav Partîya Komarxwaz da bûye ku dixwazin di çawanîya karkirina Meclisa Parlimanteran da guhertin pêk were. Herçend ku ew li himberî gellek daxwazên wan teslîm bûye, lê hela jî asta pêwîst a dengan bi dest nexistîye.

Kevin McCarthy pêkutîyê dike ku wêda naçe û yê heta dema ku bikare piştgirîya pêwîst bi dest bixe, hewil bide.

Duh dewra nû ya Kongreya Amerîkayê dest pê bû ku Komarxwazan karîn di hilbijartina navîndewrê da pirranîya kursîyên Meclisa Parlimanteran bi dest bixin û bi vî awayî idî Demokrat li wir ne pirranî ne.

 

 

Serepeyv