Çile 04, 2023 19:25 Asia/Tehran
  • Şaşitîya hêzên ûris alîkarî da êrişa xwînavîn a Ukraynê

Hejmara hêzên ûris ên di encama êrişa bi mûşekan a Ukraynê da li Donêtskê hatin kuştin, rabû 89 kesan.

Wezareta Berevanîyê ya Rûsiyê di daxûyanîyekê da ragihand ku hêzên vî welatî di şeva sersalê da mobayl bi kar anîne û bi vê yekê cîyê wan aşkira bûye.

Hin hêzên ûris bi dizî ve li devera Donêtsk li rojhilatê Ukraynê diman ku roja Yekşemê ketin ber êrişê.

Çavkanîyên ûris ragihandin ku cebilxaneyek jî bûye armanc ku di encama êrişê da agir berbûyê û çend leşker jî hatin kuştin.

Berdevkê Wezareta Berevanîyê ya Rûsiyê got ku bi 6 mûşekên Haymars ên amerîkî êrişî cihê mayîna demkî ya hêzên ûris li devera Makîyêfka ya Donêtskê hat kirin.

Îgor Konaşênkov herwiha got ku 2 mûşek bi mertala berevanîya esmanî hatin jordaxistin û 4 mûşek li armancê ketin.

 

Serepeyv