Çile 02, 2023 10:10 Asia/Tehran
  • Şehîdên Berxwedanê li Pakistan û Hindê hatin bibîranîn

Hevdem digel salvbegera şehîdbûna serdar Hecî "Qasim Sulêymanî" û "Ebû Mehdî El-Muhendis", rêûrismeke rêzgirtin û bîranînê li paytexta Hindê hat lidarxistin.

Di vê rêûrismê da ku ji aliyê bazirgan û bazariyên 'Bazara Reşîd' û "Taxa Xorîciyê" ya Dêhliyê va hat lidarxistin, beşdaran şehîdên Berxwedanê bi bîr anîn. Her wiha axêveran cîgeh û nirxa Cîhada di rêya Xwedê da û berevaniya ji bindestên cîhanê şirove kirin. Beşdarên di vê rêûrismê da tevî rêzgirtina li cîgeha şehîdên Berxwedanê, nemaze fermandeyên vê bereyê, tekezî li ser domandina rêya wan kirin.

Ji aliyê din va, civînek jî bi navê "Şehîdên Qudsê" di bereberê salvegera sêyem a şehîdbûna serdar Qasim Sulêymanî li Îslam Avaya paytexta Pakistanê hat lidarxistin.

Beşdarên di vê civînê da tevî bibîranîn û rêzgirtina li şehîd Sulêymanî, pesna rola vî fermandeyê şehîd di xurtkirina Bereya Berxwedanê dan. Beşdarên di vê civînê da tekez kirin ku şehîdbûna serdar Sulêymanî morala dijayetiya li hemberî istikbarê li nav civaka welatên îslamî bihêztir û xurttir kiriye.

Ellame Raca Nasir Serokê Partiya Yekitiya Misilmanan a Pakistanê li kêleka vê civînê wek bersiva pirsa nûçegihanê Iran Press'ê derbarê kesayetî û cîgeha şehîd Sulêymanî, tekez kir: Serdar şehîd Sulêymanî fermandeyê herî mezin di bereya şerê dijî istikbara cîhanî û terorîsmê da bû.

Serokê "Partiya Yekitiya Misilmanan a Pakistanê" got: Serdar şehîd Sulêymanî bi hişmendiya xwe planên kirêt ên istikbara cîhanî û terorîstan pûç kirin.

 

Serepeyv