Çile 02, 2023 09:55 Asia/Tehran
  •  Zêde ji 45000 koçberên bêdestûr sala 2022an ji Kanala Manşê derbas bûn

Li gorî amarên dewletê yên Inglîzê, zêde ji 45000 koçberên bêdestûr di sala 2022an da bi derbaskirina Kanala Manşê (English Channel), çûne vî welatî.

Bi sedan hezar penaxwaz bi armanca rizgarbûna ji tundûtûjî û nebûna aramî û ewlehiya aborî, civakî û siyasî yên ji ber destwerdana welatên rojavayî li Rojavayê Asyayê û bakurê Afrîqayê, hewl didin ku xwe bigihînin Ewropayê.

Li gorî amarên dewletê li Inglîzê, Zêde ji 45756 koçberên bêdestûr di sala 2022an da Kanala Manşê derbas kirine û ketine nav sînorên vî welatî.

Derbasbûna herî dawî ya koçberan ji vê kanalê di sala 2022an da, roja Krîsmesê hat tomarkirin ku 90 koçber bi du qayîqan ji aliyê Fransayê derbasî Inglîzê bûn.

 

Serepeyv