Çile 01, 2023 15:22 Asia/Tehran
  •  Xortê keşmîrî:

Xortekî keşmîrî bi boneya salvegera sêyem a şehîdbûna Hecî Qasim Sulêymanî, tekezî li ser dewama rêya vî şehîdê hêja kir.

Serdar sipehbod Qasim Sulêymanî Fermandeyê Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Înqilaba Îslamî roja 3ê Çileya 2020î di halekî da ku li ser vexwendina fermî ji aliyê rayedarên Iraqê va serdana vî welatî kiribû, hevrê digel Ebû Mehdî El-Muhendis Alîkarê Serokê Heşdi Şeibiyê û 8 hevrêyên xwe di encama êrîşa asimanî ya ji aliyê hêzên amerîkî yên destdirêjker û terorîst va li nêzikî balefirgeha Bexdayê şehîd bûn.

Li gorî rapora roja Yekşemiyê ya IRAN Press'ê, Xortekî keşmîrî bi boneya salvegera sêyem a şehîdbûna serdar şehîd Qasim Sulêymanî di peyamekê da ragihand: Ew mînaka keşmîriyan e.

Vî xortê keşmîrî her wiha ragihand: Em wek gelê Keşmîrê bi boneya salvegera sêyem a şehîdbûna serdar Sulêymanî sersaxî didin Îmam Zeman (S), Îmam Xamineyî û Cîhana Îslamê.

 

Serepeyv